06/02/2026
nabêje serma ye, seqem e
ma xem e rê hatibin girtin
kerwan herin, nerin
bûk bihemil bin, zaro nesax bin
ma xem e
kirasê bûkaniyê li xwe girtiye Nemrûd
sibat e
sibat e
bin konê mûyî de zivistan
egal xwar kiriye Qerejdaxê.
binpî jî be sipehî ye
li çiyayên welatê min çi tê
egîdî
û spî spî bûkanî
te sar be
hûûû bike destên xwe germ bik
ezîzê ber dilê min, şervano
kebaniyê ça daniye ser
tifika me de her û wer
ar e
têhna zivistanî
xeynetî ji devê min dernakeve
ne ku çîrok bi tenê dibêje
dîrok wesa dinivîse:
Kawayek hebû
roj bû, bû qirşikek canê me
ew ji destên me hat, ji destên me ew dibû
û me avêt ser arê heyî
ku ar
bû nasnava me
sibat e
çend hezar sal e, çend sed meh
nola buharî hê kêferat e
li her berqef
li her şikeft
û li neh sed û heft çiya
ku ev ax
welat e